Şêniyên Tirbespiyê komploya 9’Cotmehê şermezar kirin

Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî di 9`Cotmeha1998`an de ji Sûriyê hate derxistin û di 15`ê Sibata 1999`an de li Kînya Nairobi hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin. Bi buneya şermezar kirina salvegera 21’emîn ya komployê bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê bi pêşengtiya Kongra Star, meşeke girseyî li darxistin.

Meş ji ber Navenda Kongra Star dest pêkir, meşvanan bê navber duşmeyên ‘bê Serok jiyan nabe’, ‘bimre îxanet’, ‘berxwedan jiyan e’  berzandin û heya ber bi Navenda Ciwanên Şoreşger ve meşyan.

Li vir meş veguherî mêtîng, piştî deqeyek rêzgirtin axaftin li ser navê Kongra Star Leya Îskan, li ser navê Partiyên siyasî Hikmet Hebîb û li ser navê Partiya Yekîtya Demokratîk (PYD) Mihemed Ebd Elezîz axivîn, axavtivanan komploya 9’Cotmehê, gef û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û teqez kirin ku ewê heta azadiya Rêber APO têbikoşin.

Meş bi duşmeyên ‘bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.

Show More
Back to top button