Kongreya Star: Em ê tu carî dev ji berxwedan û têkoşîna azadiya xwe bernedin

 Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava, Koordînasyona Kongreya Star a Rojava  daxuyanî da.
Êrîşan dewleta tirk ên li ser Rojava berdewam dike. Bi armanca şermezarkirina van êrîşan Koordînasyona Kongreya Star  a Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji 9’ê cotmehê ve êrîş û pilanên dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hîn jî berdewam e. Ji bo sîstema netewa demokratik ji holê rabike bi dijwarî hemû kiryarên xwe didomîne. Ji bo wê jî bi çavsorî li ser gelê herêma Cizîrê,  komkujiyan pêk tîne. Gelên herêma Cizîrê  bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Tirkmen, Sûryan û Aşûr xwedî  baweriyên cuda ne,  xwestin li hember şer û pevçûna tunekirinê xwe bikin mertalên zindî û pêşiya şerê cihanê yê sêyemîn ên ku di navbera dewletên kapitalîzmê de pêk tê, bigirin.
Erdogan ji bo  berjewendiyên xwe yên şexsî û desthilatdariya xwe wenda neke,  komkujiya gelên sivîlan li Rojava pêk anî. Bi vê yekê  Erdogan da xuyakirin ku hem dijminantiya gelê kurdan hem jî dijminantiya pêkhateyên heremê dike. Ev gel, wê heta dawiyê ji bo ax û rûmeta xwe her tim di nava berxwedan û têkoşînê de bin. Ji ber azadiya gelên bindest esas digirin û tu carî dev ji daxwaz û dilsoziya azadiya  xwe bernadin. Lê belê dijminên xwînxwar û hovane hemû gelên sivîl ên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan ber bombe û roketan. Ev bê exlaqiya herî mezin a mirovatî û dîrokê îfade dike. Careke din zihniyeta netew dewlet û desthilatdariyê rûyên xwe yên reş û tarî nişanî hemû cihan û raya giştî dan.
Em wek Kongreya Star  komkujiya hovane û dij mirovatiyê ya ku li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye,  şermezar dikin û bi tu awayî napejirînin. Ev komkujî polîtîkayên înkarkirina gelê Kurd û tunekirina pêşengtiya şoreşa jinên Rojava îfade dike. Li hember  sîstema civaka dayiksalarî, desthilatdariya zihniyeta zilamên serdest gelek metirsiyan dide jiyîn. Ji bo wê jî her cure şêwaz û rêbazên tunekirin û qetilkirinê pêk tînin. Em ê tu caran dev ji berxwedan û têkoşîna azadiya xwe bernedin û em ê bi hezaran jin û gelên bindest bigihînin zihniyeta azadî û wekheviya jiyanê.
Her wiha, em ê tola şehîdên têkoşîna azadiyê hilînin û bibin şopdarê rêya wan da ku daxwazên wan ên azadiyê pêk bînin û mezintir bikin. Ronahî û agirê Şoreşa azadiyê wê her tim zindî be û tu caran venamire. Em li ser navê Kongreya Star vê komkujiya li ser gelên sivîl şermezar dikin. Di şexsê kesên şehit ketine de hemû şehîdên demokrasi û azadiyê bi bîr tînin, ji hemû gelên Kurd û malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Di heman demê de kesên birîndar re jî şîfayên acîl em dixwazin.”
Show More
Back to top button