‘Bila Tirkiya bizane vîn û hêza me ji êrîşên wî xurtirin’

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9`ê Cotmehê ve bi tevahî cûreyên çekên giran û qedexekirî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Hêzên Sûriye Demokratîk di çarçoveya parastina rewa de bersîva êrîşan didin, axa xwe û gel ji êrîşan diparêzin.

Di derbarê mijarê de Hevseroke Kantona Qemişlo Perwîn Yusif êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkir. Û tekez kir ku dewleta Tirk dixweze bi raya êrîşên xwe Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, da ku  destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatin bi dest xistin desteser bike.

Her wiha perwîn îşart pêkir ku dewleta Tirk vîna jin dike hedef û wiha got: “Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka êrîşên xwe ve kesayeta jina azad dike hedef, ji bo ku vîna wê bişkîne, Ji ber ku jinên Rojavayê Kurdistanê bûne mînaka jina azad û di hemû qadan de li berxwedan û tu carî teslîmîyet qebûl nekirin. lewma wan bi aweyekî hovane qetil dikin û bi cenazeyên wan dilîzin, lê bila Tirkiya bizane vîn û hêza me ji êrîşên wî xurtirin.”

Di daweyê de Perwîn bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe rabe û çavên xwe li hember van êrîşan veka û dewleta Tirk û çeteyên wê ceza bike.

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button