‘Mal û mulkên gel tên talankirin’

Aboriya Jinê ya Kongreya Star li ser êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê û talankirina çandiniyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji aliyekî  demografiya welatê me tê guhertin ji aliyekî jî êrîşî ser bedena jinê tê kirin.
Daxuyanî wiha ye: 
“Dagirkeriya dewleta tirk êrîşî aboriya gel û jinê kir. Dagirkirina Rojava bi hişmendiya cihad û ganimetê pêk tê. Li Rojava erd, fabrika, xanî, kargeh,dikan, mal û mulkên gel tên talankirin. Dewleta tirk gelê resen yê Serêkanî û Girê Spî koçber kir û dest danî ser mal û milkên gel. Li Serêkanî û Girê Spî her tişt hatin talankirin. Ji ber bombebarana dewleta tirk binesaziya aborî tune bû û erd jî nayên çandin. Bi van êrîşan aboriya jinê belav bû û bi sed hezaran jin bê kar man, feqîr bûn û di jiyana koçberiyê re bi birçîbûnê re rû bi rû man.
Niha mezrayên Zîraat û sawaldar bûne karghên dagirkeran. Şivan û xebatkar tên girtin û jin rastî êrîşî cînsî tên. Saziyên aboriyê xera dikin mal û milkên gel direvînin. Malê me bi erzanê tucaran re difroşin. Ji xwe divê  şerê de encama herî xirap tucarên şer peyda dibin. Hilberîn hemû tên tunekirin, difroşin û diçin cihên cuda biha difroşin. Ev dagirkerî hem exlaqê civakê xera dike hemû feqiriyê zêde dike.
Cihê ku tên dagirkirin bi zagonên olî tên rêvebirin û jin tên girtin. Jin ji derveyî mal nikarin derkevin derve, ji xwe xebatê aboriya jinê ji jin re qedexe ye. Armanca dewleta tirk û hevkarên wê bedena jinê di malê de bigirin, pir jinî û pir zarokî sapandin dikin û ev yek jî tê wateya aboriya jin bikeve dest baviksalarî û desthiltdariya mêr ya wehşî. Hem di aliyekê de demokrafiya welatê me tê guhertin hem jî di aliyekê de êrîşî li ser bedena jinê tê kirin. Dixwazin ji nû ve sermaya aboriya mêrê serdest li ser bedena jinê pêk bê.
Niha dema cotkariyê ye û Rojava aboriya wê % 80 ziraat e. Sawanê Serêkaniyê û Girê Spî hatin talankirin ew sawan tovên ziraatê gel dihewandin. Kargeh, sektorên xizmetê zirar dîtin. Ev tê wateya ku bi deh hezaran însan û feqirbûyina malbatan. Serêkaniyê cihê bostan û baxçeyan bû. Axa wê pîroz bû. Bi hezaran bombebaran û topbaranan li ser wê heremê barî ew jî di erdê de  texrîp ava kir. Şînkahiya xwezayî xera bûye e ev xerabûna ekolojik e.
Tiştê herî bi trajedîk ew e ku gel bi hêviyên mezin aboriya xwe rêxistin dikirin. Beriya şoreşa Rojava tenê aboriya Rejîma Sûriyeyê hebû. Ev êrîşa wek sekvaniya li ser Aboriya gel çêbû. Sekinandina Aborî bi xwe re krîzan tînê. Îflas û buhabûn ji niha ve li derveyî welat dest pê kiriye. Ji bo pêşgirtina qeyrana mirovahî, aborî û ekolojîk li Rojava û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şerê dagirkeriya Tirkiyeyê divê niha were rawestandin! Pêwîst e ku hemû hêzên dagirker ji axa Sûriyeyê bê şert werin derxistin!”
Divê vegera bi ewle ya mirovên ku ji warên xwe koçberbûne li ser axa xwe were mîsogerkirin!
Show More
Back to top button