Yekîtiya Ciwanên Şoreşger bi meşekê êrîşên dewleta tirk şermezarkir

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ya herêma Cizîrê meşa meşeleyan di bin dirûşmeya “Dijî dagirkeriyê serî hildin” li dar xist. bi sedan ciwan, saziyên civaka sivîl û giştî sazaiyên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn.

Meş ji çerxeraya Sonî dest pê kir. Di meşa meşaleyî de wêneyên pekrewanên azadiyê, alên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger, alên li ser wêneyê Rêber Abdulah Ocalan heyî, Kongireya Star, TEV-DEM, YPG, YPJ û QSD’ê hatin hildan.

Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana QSD’ê” hatin berzkirin. Meş li ber çerxerêya şehdîd Rûbar rawestiya û veguherî mîtîngê.

Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li herêma Cizîrê Miwefeq El-Ehmed aixvî, anî ziman ku erdîngariya biçûk a li dijîn li cîhanê deng venda, doza gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye dozeke cîhanê û got: “Ev serkeftineke mezin ji bo şoreşa me ye ku bi keda şervanên QSD‘ê hatine bidestxistin.”

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

Show More
Back to top button