HPC-JIN semîner di derbarê 25’ê mijdarê de semîner li dar xist

Bi boneye 25’ê Mijdarê Roje Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jin Rêzeçalekî berdewamin. Îro li navçeya Tirbespiyê li Akadimiya şehîd Yekta Herekol a Hêzên Parestina Civakî – jin semînerk di derbarê Tundiya li ser jin û girîngiya parestinê bi tevlîbûna bi sedan endamê hêzên parestina civakî yên jin ên Kantona Qamişlo tevlî semînerê bûn.

Semîner bi deqek rêzgirtin dest pêkir, paşê semîner ji aliyê Rêveberiya Hêzên Parestina Civakî-Jin Viyan Rênas ve hate dayin.

Viyan di serî de dîroka 25’ê Mijdarê pênase kir û hersê xweşkên Merîbal ku wek Perperîk dihatin naskirin bi bîr anî û wiha got: “Xweşkên Merîbal li dijî dîktadoriyê serî hildan û têkoşiyan, îro jî Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî dîktadoriyê berxwedan û têkoşîna hersê xwişkên Merîbal didomînin”.

Viyan di berdewamiya axaftina xwe de girîngiya parestina li hembar tundiyê diyar kir û got: “Dewletên desthilatdar di êrîşên xwe de yekser êrîşî jinê dikin, ji ber ku ji berxwedan û îradeya jinan ditirsin. Me dît ku dema Dewleta Tirk êrîş kir berxwedan û vîna jinan kire hedef. Mirov dikare van êrîşan mînakekê bîne ziman ew jî qetilkirina Rêvebera Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, dayê Eqîde û gelek jinên din. Em weke Hêzên Parastina Jin (HPC-JIN) erkên dikevine ser milê me ewe ku em li hember van êrîşan bi seknin, ax û gelê xwe biparêzin, li hember hemû cûreyên tundiyê biseknin.”

Paşê nîqaş ji aliyê jinên amed re berdewam kir.

Piştî nîqasên jinan semîner bi siloganên ‘Jin Jiyan Azadî û Berxwedan Jiyane’ bidawî bû.

Show More
Back to top button