Kongreya Star a Serêkaniyê bi boneya 25’ê mijdarê daxuyanî da

Bi boneya roja têkoşîna li dijî tundeya li ser jinê, bi dirûşmeya “Na ji dagirkeriyê re” û “Ax axa me ye” Îro Kongreya Star a Serêkaniyê bi tevlîbûna koçberên Kampa Waşokanî, Berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd , Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Heyfa Erebo û Cîgera desteya jin a Rêvberiya Xweser Rûken Mele Elî li kampa Waşokanî daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi rihê jinên berxwedêr ku rêka Xwişkên Mîrabêl dewam dikin Hevrîn, Dayika Eqîde û Amara em ê asta têkoşînê bilind bikin. Îro bi têkoşîn û fedekariya jinan dê dagirkeriya dewleta tirk û komên girêdayî wê têk biçe. Sîstema desthildar ji bo berjewendiyên xwe jinê her dem bi şidetê rû bi rû dihêle. Şideta derûnî, fîzikî, koçberî, dagirkerî û qetilkirin. Di her serdemekê de jinên mîna Xwişkên Mîrabêl li himber dîktatoriyê serî hildane. Îro jî şehîd Hevrîn, Amara û Dayika Eqîde berdewamiya rêka serhildana 25’mijdara 1960’an ku li himber dîktator Trujillo têkoşîn kirin. Îro jî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê rastî şidetê tên. Êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me li ser deskeftiyên şoreşa Rojava ye, ev deskeftî  jî bi berxwedan, têkoşîn û pêşengtiya jinan hate bidestxistin.

Em bang li tevahî rêxistinên mirovî dikin ku rê li ber cureyên şidetê Erdogan bigirin. Yekîtiya jinan li tevahî cihanê dê rê li hemû cureyên şidetê bigire.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyana azadî” bi dawî bû.

 

 

Show More
Back to top button