‘Bi cil û bergên tirkî kefenê xwe hazir nekin’

Kampanyaya bi navê ‘Kelûpelên Tirkî baykot bikin’ a ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Rojava ve bi rêve diçe, di nava civakên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi awayekî berfireh cih girt. Dukandarên navçeya Tirbespiyê di vê çarçoveyê de diyar kirin ku; wan kelûpelên Tirkî baykot kirine û dê li şûna alavên Tirkî alavên Sûrî bi kar bihînin.

Bazirganê Cil û bergan yê navçeya Tirbesipiyê Mustefa Xelef di vê derbarê de bi van gotinan nerînên xwe bi me re parve kirin: “Ji ber êrişên Dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojihilatê Sûriyê, me kelûpelên Tirkî baykot kirine”. Eger em cil û bergên tirkî bikirin emê kefenê xwe hazir bikin ji ber ku tirkê bi pereyên me, me dikuşe.

Mustefa Xelef wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em weke bazirgan bang li Rêveberiya Xweser dikin ku kelûpelên Tirkî baykot bikin ta ku ne dikandar û ne jî gel bikirbînin kelûpelên Tirkî bikar bînin”.

Her wiha bazirganê bi navê Heval Dogan jî axivî û wiha got: “Ev demeke Dewleta Tirk êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û heya niha êrîşên xwe didomîne. Pêwîste ku em weke bazirgan jî kelûpelên Tirkî baykot bikin, heya ku gel jî baykot bikin ji ber Erdogan bi pereyê me êrîşî me dike û me qetil dike.”

Delal CEMÎL

Show More
Back to top button