‘Her roj ruyê Dewleta Tirk ê qirêj derdikeve holê’

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2’Kanûnê de li dijî şêniyên Efrînê yên ku neçar bû ne koçî navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê bibin, komkojiyek hov pêk anî, di encamê de 10 sivîl piranî jê zarok şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn.

Di der heqê vê komkojiyê de Endama Rêveber ya Meclisa PYD’ê Erîfa Bekir axivî û wiha got: her roj ruyê Dewleta Tirk ê qirêj derdikeve holê, Şêniyên Efrînê yên ku qebûl nekirin di bin sîwana dagirkeriya Tirkê de jiyan bikin neçarî koçber bûn û berê xwe dan Şehbayê ji bo ku bi  ewle jiyan bikin. Lê belê Dewleta Tirk ya dagirker hîna êrîşên xwe yên li ser gelê Efrînê ranewestandiye. Bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girêsipî diyar dibe ku Dewleta Tirk Osmanî nû dike û dixwaze dagirkeriya xwe li Rojhilata navîn berfereh bike, her wiha armanca Erdogan ya sereke ku gelê aşîtîxwez tune bike û bi taybet gelê Kurd.

Erîfayê wiha gotinên xwe berdewam kir: komkojiya ku Dewleta Tirk li ser gelê Efrîn pêk anî komkojiya Helpça tîne bîra mirovan, îro careke din Helpçe xwe li Bakur û Rojhilatê Suryî dubare dike, Dewleta Tirk dixwaze aramiya vî gelî tevlî hev bike ji ber vê yekê yekser sivîlan dike hedef û komkojiyan pêk tîne. ev komkojî li hember bêdengiya dewletê navnetewî pêk tên.

Erîfa Bekir wiha gotinên xwe bi dawî kir: em vê komkojiya ku li ser zarokên Efrînê de pêk hat şermezar dikin û bang li ew kesên ku navê mafê mirovan li xwe kirine dikin ku bi erka xwe rabin û rê li ber van êrîş û komkojiyan bigirin.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button