‘DAIŞ û Artêşa Wetenî ya Sûrî heman çete ne’

Dewleta Tirk di 9’ê Cotmehê de piştî gefên demek dirêj êrîşî seranserî herêmên sînorî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane dest pêkirin, deweta Tirk ya dagirker di êrîşan de çeteyên bi navê Artêşa EL-Wetenî bi kar anî, van çeteyan di êrîşan de hemû cûreyên komkojiyan pêk anîn.

Di derbarê mijarê de Rêveberiya Mala Jin ya navçeya Tirbespiyê Meqbûla Mihemed ji Radyoya mera axivî û wiha got: Artêşa Wetenî berdewamiya çeteyên DAIŞ’ê ye, Ji ber ku xizmeta dewleta Tirk dike. armanca wan ewa ku herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi giştî dagir bikin. Çeteyên bi navên ‘Artêşa Wetenî ya Sûrî’ malên sivîlan didize û talan dike, gel bi darê zorê didin koçberkirin, Ev jî isbata dika ku DAIŞ û ‘Artêşa Wetenî ya Sûrî’ yek fikirê didin meşandin.

Meqbûla diyar kir ku Kiryarên ‘Artêşa Wetenî ya Sûrî’ li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha demografiya herêmê diguherin û mafê jinan binpêkdikin, mîna Çeteyên DAİŞ dixwezin vîn û îradeya jinan bişkînin.

Meqbûla wiha axaftina xwe dewam kir: Dewleta Tirk van çeteyan bi navê islamê dixapîne û wan rêdike Bakûrê Sûriyê lê armanca dewleta Tirk ewe ku serdema Osmanî vegerîne, berjewendiyên dewleta Tirk li kuderê hebin wan çeteyan rêdike wir, em dibînin ku niha dewleta tirk van çeteyan dişîne Lîbiya jî.

Di dawiyê de Meqbûla bang li dewletên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ‘Artêşa Wetenî ya Sûrî’ bixin lîsteya terorê de.

Lîlan Hesen

Show More
Back to top button