‘Pêwîstiya gelê kurd bi yekrêziya refa kurdî heye’

Di demekê de ku destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrîşê Dewleta Tirk a dagirker tê, yekrêziya refa kurdî di vê demê de girînge.

Henîfa Muhemed Rêveberiya Meclisa Edaleta Jin a Kantona Qamişlo bal kişand li ser girîngiya avakirina yekrêziya refa kurdî û wiha got: Çima em di rewşeke wiha dijwar de ku welatê me têre derbas dibe û pêwistiya gelê me bi yekrêziya refa kurdî heye em nabin yek?. her çar parçeyê Kurdistanê di rewşeke xeter re derbas dibin ne tenê Rojava ji ber vê yekê îro yekrêziya kurdî ji bo me pir girînge.

Henîfa Muhemed anî ziman ku pêwîste tevahiya partî û hêzên siyasî bibin yek û wiha berdewam kir: “ew partiyên ku tiştan dikin kelem û li ber çoka Erdogan rûniştîne bila li goristanê Şehîdan binêrin, li bin kêlên Şehîden binêrin bê çi daxwaza wan bû gelo ne ji bo kurd û kurdistanê bû. bi Sedê Salane ku Kurdistan bin deste heya kengî wê Kurdistana me dibin destan de be. ev pariyê ku li peyî tiştên biçûk ketine na bêjin ku hîna tişta herî mezin ewjî Kurdistane dibin destan de ye.”

Henîva Muhemed wiha dawî li gotinê xwe anî û got: bang li hemû gelê kurd dikim ku ji bo avakirina yekîtiya kurd bikevin nava tevgerê.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button