‘Hêz û îradeya me ji komployên we xurtir e’

Di derbarê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan Endama Mala Jin ya Qamişlo Behiya Mûrad  ji Radyoya mera axivî û wiha got: Em tecrîda li ser Rêberê xwe şermezar dikin, Rêber APO xwedî fikirê azad û pirojeya Neteweya Demokratîk e û Çareseriya aloziya Sûriyê bi rizgarkirina Rêberê APO ve girêdayî ye, dewleta Tirk jî vî tiştî dizane lewma jî tecrîda li ser Rêber APO girantir kiriye.

Di berdewam kirina axaftina xwe de Behiya destnîşan kir ku dewleta Tirk navê demokrasiyê li xwe dike, lê tu girêdana wî bi demokrasiyê re tune ye û got: Heger Tirkiyê dewleteke demokratkba wê destûr bida malbat û parêzerên Rêber APO ku serdana wî bikin, lê dewleta Tirk hemî qanûnê mirovahî binpêk dike.

Behiya wiha gotinên xwe bi dawî kir: Em wekî Jin ji dewleta Tirk û hemû kompilogeran re dibêjin ku dibe we Rêberê gelan di aliyê fîzikî de girt be, lê fikir û giyanê wî bi me re ye. Em wekî jin bi îrade û fikirê ku me ji Rêber APO girtiye, em ê wî ji zindanê derxînin. Hêz û îradeya me ji komployên we xurtir e.

Behiya bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku tecrîda li ser Rêberê APO bi dawî bikin.

Lîlav Hesen

Show More
Back to top button