‘Axa me ye welatê me ye, gelo çî Erdogan û hefkarê wî li gel me heye’

Di derbarê kiryarên dewleta Tirk yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Surî Endama Komîteya Lihevanînê a Taxa Xerbî ya Kantona Qamişlo Nafiya Esed ji Radyoya me ra axifî û wiha got: Axa me ye welatê me ye, gelo çî Erdogan û hevkarê wî li gel me heye? Ku êrîşî me dike, me qetil dike û me dide koçber kirin. Ez kiryarên dewleta Tirk yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikim.

Nafiya wiha bedewam kir: Ewlehî û aramiya ku bi xwîna keç û xortên me li ser vê axê  hatiye afirandin, dewleta faşist ya Tirkiyê bi her cûreyê êrîşan dixwaze tevlîhev bike, xwîn mijê Erdogan li ber çavê Cîhanê çekê qedexekirî li herêmê me bikar anî li hember vê jî tu kes ji bêdengiya xwe derneket û çav girtî man.

Nafiya Esed di dawiya axeftina xwe de wiha bang kir: kesên ku destên wan di rijandina xwîna vî gelî de heye û alîkariya kujerê zarokan Erdogan dikin, divê di dadgehên Navnetewî de bên darzandin.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button