Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniya Cejna Remezanê

Bi boneya hatina Cejna Remezanê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyeke nivîskî weşand, tê de hatina cejnê pîroz kir û hin perspektîfên der barê tevgera erebeyên mezin, motorsiklêt û dergehan de derxist û bang li şêniyan kir ku li gorî perspektîfan tevbigerin.

Daxuyanî wiha ye:

“Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Cejna Remezanê li gel û tevahî pêkhateyên herêmê pîroz dike û hêvî dike ku aştî li tevahî xaka Sûriyê pêk bê. Ji bo parastina ewlehî û aramiyê, divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî van perspektîfan tevbigerin:

  1. Tevgera hemû erebeyên mezin, sehrîcên navîn û mezin ji şeva pêncşemê ji saet 01:00‘an heta roja sêşemê 26’ê meha gulanê heta saet 15:00‘an, qedexe ye.
  2. Çûn û hatina motorsiklêtên sivîlan û yên leşkerî û derbasbûna navendên bajar, gund û bajarokan ji roja sêşemê 19’ê mehê heta sêşemê 26’ê mehê, qedexe ye.
  3. Avêtin guleyan ji aliyê hêzên ewlekariyê, leşkerî û sivîlan ve qedexe ye. Yên li gorî vê yekê tevnegerin dê bên cezakirin û çekên wan bên desteserkirin.
  4. Tevahî dergehên sînorî girtî dimînin, ji bilî dergehên El-Tayha û Tebqa ku dê li gorî biryara 48`an a hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ku di 17.05.2020’an de derxistiye,  li çûn û hatina sivîlan vekirî bimînin û dê tedbîrên tenduristiyê yên ji bo Koronavîrusê bên girtin.”
Show More
Back to top button