‘Hêza jin tu carî serî li hember dagirkeran natewîne’

Balafireke bêpîlot ya artêşa Tirk a dagirker 23`yê Hezîranê malek li gundê Helincê yê girêdayî kantona Kobanê kir hedef. Di encamê de du endamên Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî şehîd ketin.

Têkildarî komkujiya dawîn a dewelta Tirk ku li gundê Helincê yê Kobanê 3 jin şehîd kirin, Rêveberiya Kongira Star ya navçeya Tirbespiyê Xaliya Eyûb sersaxî ji malbatê hersê Şehîdan re xwest û got: “Jinan li heber her êrîşê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam kirin, jina kurd di duniyayê de bû bi nav û deng ji ber vê yekê Erdogan û hevkarê xwe hertim jinan ji xwe re dikin hedef. Armanca dijminan ji êrîşên li ser jinan hilweşandina şoreşa me ye ji ber ku şoreşa me bi şoreşa jinan tênaskirin. Li şûna her jineke şehîd wê bi hezaran jinên berxwedêr rabin û xeyalên wan pêk bînin.”

Xaliyayê gotinên xwe wiha berdewam kir: “Her tim em soza xwe nû dikin ku emê li ser xeta van jinên leheng bimeşin heta ku jinek li ser rûyê vê duniyayê hebê wê destkeftiyên me bên parastin. Hêza jin tu carî serî li hember dagirkeran natewîne.”

Xaliya Eyûb di dawiyê de got: “Xwîna jinên Têkoşer li erdê namîne. Wek jin banga me ji dewletên ku piştgiriya Erdogan dikin û çavên xwe ji sûcên wî re vekin. Divê kesê ku van komkojiya dikin di dadgehên Navnetewî de bên cezakirin.”

Delal Cemîl

Show More
Back to top button