Ragihandina Jinê Yekîtiya xwe îlan kir
Ragihandina Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 28’ê Hezîranê de Konferansa xwe yê 3’emîn li dar xist û di Konferansê de Yekîtiya xwe bi daxuyaniyekî îlan kirin. Konferans bi tevlîbûna 86 delegeyan pêk hat. Di Konferansê de endam û rêveberên Yekîtiya Ragihandina Jin, Tevgera Kevana Zêrîn, PYD’ê, Jineolojî, Berdevka Kongreya Star Evîn Siwed, Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif amadebûn. Konferans li Kantona Qamişlo hat lidarxistin. Hola Konferansê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Şîlan Kobanê, wêneyên pakrewanên ragihandina azad Gurbet Ellî Ersoz, Şevîn Bîngol, Nûjiyan Erhan, Dilîşan Îbîş, Arîn Cudî, Agirî Yilmaz, Eylûl Nûrhak, Şîlan Botan, Dilovan Gever, Rohenda Xemgîn û pankartên bi nivîsa “Rojnamegeriya azad dengê jina azad e”, “Li ser rêya şehîdan em ê şopdarê heqîqetê bin”, “Ragihandina jin dengê netewa demokratîk e”, “Dengê jin dengê civaka azad e”, “Ragihandina azad civaka azad e” û “Heqîqet eşqe, eşq jî jiyana azad e hatibû xemilandin.
Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Axaftina vekirinê yên Konferansê ji aliyê Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ve hat kirin.
‘Di stratejiya me de situna esasî azadiya jin e’
Îlham di destpêka axaftina xwe de balkişand ser geşedanên dawî û wiha axaftina xwe bi lêv kir: “Em li darxistina Konferansa Ragihandina Jin li tevahî jinan pîroz dikin. Merheleya ku em niha têde dijîn, şerê cîhanê yê sêyemîn e û giştî kelandinek li cîhanê heye. Qada esasî yên ku şer têde tê meşandin jî Rojhilata Navîn e, ji bo wê jî gelê Rojhilata Navîn di vê şerê de ji nêz ve bandor dibe. Ger civak bi hêz û xwedî stratejiyekî zelal bin, ew dikarin çarenûsa xwe jî diyar bikin. Kurd di Rojhilata Navîn de aktor û hêzek esasiye, ji ber xwedî stratejî û projeye. Bi dehan salan e tevgera azadiyê têkoşîna xwe dide meşandin, her wiha ji bo azadiya civak û gelan her xebatê bi rêve biriye, asta têkoşînê bilindkiriye û hewildaye ku civaka Rojhilata Navîn bi tevahî bandor bike. Di stratejiya me de situna esasî azadiya jine, ev proje di derdor jinê de hatiye honandin û li ser van esasan rêxistinbûyîn, siyaset, têkoşîn û xebata xwe daye meşandin, heta roja îro jî heta astekî bandor dike. Ev rojên ku em niha têde derbas dibin, dema guhertina sistemê ye. Dema em behsa şerê cîhanê yên sêyemîn dikin, em behsa guhertina cîhanê dikin. Ev qeyran û aloziya ku heyî sanciya guhertina pergala cîhanî ye. Niha firsendek hatiye avakirin û divê ku ev firsend bi xwe re zayinek bîne. Ev zayîn, zayîna civak, jin û azadiyê ye, divê çerçoveyê de derfet hatiye vekirin ku bi pêşengtiya jin sistemek nû were avakirin.”
‘Rengê jinê ragihandinê xweş dike’
Îlham balkişand ser rola ragihandinê di raya giştî de û wiha pê de çû: “Em bikaribin qirkirina ku îro li ser Gelê Kurd tê ferzkirin bi dawî bikin, rêbazê wê yek jî rola ragihandinê ye. Ragihandin roleke pir girîng di dîroka gelan de dileyîze û di avakirina şoreşa çandî de roleke wê ya mezin heye. Di şoreşan de li beramberî siyasetên qirkirinê û tunekirinê, di dema berê de bê ku di dîrokan de cih bigire û bê ku ragihandinek behs bike û bê ku bibe rojev ser dihat niqumandin. Di van mijaran de rola ragihandinê pir girînge. Ger ku li ser mijaran dem ser derbas dibe û biryarek dernekeve demekî rola ragihandinê qelse. Li Rojavayê Kurdistanê em çend caran rû bi rûyê qirkirinê hatin, ne tenê kurd pêkhateya ereb jî di pênçeya qirkirinê de ye, ev jî rêbazek qirkirinê li ser gelê Sûriyê bi giştî pêk tê. Dema ku ragihandin di van mijaran de rol dileyîze, bi rastî jî encamek baş derdikeve. Dema ku êrîş li ser Kobanê pêk hat, ragihandin rolekî esasî di wê şerê de leyîst. Bi rêka ragihandinê hemû cîhan qirkirina ku çeteyên DAIŞ’ê dike dît û ragihandin raya giştî rakir ser piyan. Ragihandin dibe sedem ku raya giştî rake ser piyan û bighîne encamê, ji bo wê li hember qirkirinê rola ragihandinê gelek girînge. Zimanê ku tu xwe bikarî bighênî cîhanê ragihandin rolekî wiha dileyîze. Carina dîmen, carina gotin û carina jî wêneyek hemû rojeva cîhanê dihejînê. Pêwiste ragihandin herdem bi helwest be, ragihandin li dijî qirkirinê xwe bi rêxistin bike. Ji bo ku pêşiya êrîşekî were sekinandin di asta yekemîn de ragihandin dikare rola xwe bileyîze. Em ragihandinê bawerin ku dikare vê rolê bileyîze, cihê ku çek bikevin dewrê, ragihandin dikare bikeve liv û tevgerê. Divê ragihandin encama serkeftinê misoger bike. Têkoşîna jinan ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye kirin di cîhanê de nimûneye. Rengê jinê ragihandinê xweş dike û bi rengê jinê jiyan xweşik dibe.”
Dîvana konfrenasê hat hilbijartin
Piştî axaftina vekirinê, dîvana konferansê hat hilbijartin û dîvan ji pênç kesan pêk tê Stêrk Gulo, Bêrîvan Hiso, Xeznê Nebî, Dîcle Ehmed û Cîhan El- Elî. Paşê perspektîfa Koordînasyona Ragihandina Jin û rapora du salan a Ragihandina jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xwendin. Paşê niqaşên kar û xebata du salan hat nîqaşkirin. Piştî wê rêziknameya hundurîn hate niqaşkirin û di encama niqaşan de navê Ragihandina Jin veguherî Yekîtiya Ragihandina Jin. Her wiha di konferansê de xalên girîng wek rewş, geşedanên ku diqewimin, jin, civak, feraset, rêxistinbûyin û hişmendî hatin niqaş kirin.
‘Ragihandin di têkoşîna azadiya jinê de gelek girîng e’
Her wiha axaftina girtinê ya Konferansê ji aliyê Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif ve hat kirin. Foza Konferanda 3’yemîn tevahî jinên rojnamevan pîroz kir û wiha got: “Ez di serî de 3’yemîn Konferansa Yekîtiya Ragihandina Jin tevahî jinên rojnamevan û jinên azadîxwaz pîroz dikim. Konfrenas bi niqaşên girîng û jinan alaqadar dike pêş ve çû. Di cîhana me de zêhniyeta baviksalarî li ser tevahî saziyan û ragihandinê jî hikûm dike, ji bo wê jî bi qasî em nêrîn û fikra jin pêş bixînin em ê ewqas bikaribin zayinperestiya civakî yên ku îro tevahî mirovahiyê xistiye nav pirskirêkên gelek mezin, bikaribin van pirskirêkan derbas bikin û di heman demê de jêre çareseriyê bibînin. Yekîtiya Ragihandina Jin wê bibe pêngavekî gelek girîng û wê bibe guhertin û veguhertina civakê. Bandora ragihandina jin di têkoşîna azadiya jin de gelek girînge, ji bo wê divê em di aliyê dîtbarî û nivîskî de ragihandinê zêdetir pêşbixînin. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di gelek aliyan ve gavên girîng avêtin û di civakê de pêşengtî kir. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê ragihandinê de jî gavên şoreşgerî avêtin. Di tevahî cîhanê de jinên rojnamevan gelek bê rêxistinin û gelek belavene, ji bo wê pergala baviksalarî hikûm dike. Lê em gavên nû davêjin, bi çav, fikir, zêhniyet û hestên jin ragihandinê didin avakirin. Yekîtiya ku hatiye avakirin baweriya me ew e ku bibe pêngavek. Divê em di civaka xwe de hişmendî û şoreşa jin a ku me daye destpêkirin bi awayekî xurt û bi hêz bibin serkeftinê. Em keda we yê ku heta niha hatiye dayîn pîroz dikin û em bi hêvîne ev ked mezin, xurt û berfireh bibe.”
Paşê bi daxuyaniyekî çapemeniyê Ragihandina jin Yekîtiya xwe îlan kir. Daxuyanî bi kurdî ji aliyê Rojnamevan Xeznê Nebî û bi erebî jî ji aliyê Rojnamevan Bêrîvan Hiso ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Di 28’ê Hezîranê de weke jinên rojnemevanên Bakur û Rojhilatê Sûrî me konferansa xwe ya 3’yemîn li dar xist. Konferans bi beşdarbûna 86 endamên ragihandina jin pêk hat. Di konferansê de li ser rewş û geşedanên ku li herêm û cîhanê diqewimin, rol û erkên dezgehên medyayê, di ragihandinê de hebûn û nasnameya jin, pirsgirêkên ku jin û civakên ku di bin êrîşên modernîteya kapîtalîst de ne dijîn, di eniya çapemeniya jin de çareseriyên wek feraset, hişmendî û rêxistinî çine bi berfirehî hat nîqaşkirin.
Mirovahiyê kirin hedef
Pêvajoya ku herêm û cihan têde derbas dibe, weke şere sêyemîn ê cîhanê mirov dikare bi nav bike. Di nava vî şerî de her ku diçe şerê di navbera sistema kapitalist û modernîteya demokratik de dijwar û şênbertir dibe.
Sîstemên deshilatdar serweriya xwe li ser civakê bi tevahî şêwazên şer dimeşînin. Ev sîstem di serî de jin û di kesayeta jin de mirovahiyê ji xwe re dike hedef. Di nava şêwazê van şeran de amûrê herî bi bandor ku van sîsteman bi kar anî çapemenî bû. Ji ber ku çapemenî di rêvebirina civakan de ya di aliyê fikrî, çandî û hwd. xwedî bandoreke diyarkere.
Di sîstema desthilatdariyê de roja çapemeniyê
Di dîroka gelan de çapemeniya azad li hember sîstemên deshilatdar û baviksalarî roleke girîng leyîstiye. Di pêşketina pêvajoya şoreşê de li Kurdistan û herêmê bi xwe re giringiya pêşxistina çapemeniya azad û bi reng û zimanê jinê pêşbikeve derxist. Her ku çû di vê qadê de çapemeniya deshilatdar di serî de jin û tevahî civakê di bin bandora şerê psîkolojîk de hişt û polîtîkaya qirkirin û bêdengiyê ferzkir. Loma bilindkirina dengê jinan di qada çapemeniyê de weke erkeke demê û mirovahiyê ye. Di heman demê de rêxistinkirina civakê di warê fikrî, çandî û gihandina îradeyeke azad yek ji erkên çapemeniya jin ya azad e. Her çiqasî deng û zimanê jinê li ser bingeha azadî û demokrasiye bilind bibe ewqas civak dikare nirxên azadiyê bi destbixe û pergaleke netewa demokratik ava bike.
‘Pêdivî bi avakirina rêxistineke hevpar hebû’
Weke jinên rojnamevan ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji her demê zêdetir pêdivî bi avakirina rêxistineke hevpar hebû. Loma em piştî konferansê sêyemîn avakirina Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) radigihînin. Di serî de bi armanca gihaştina dengê jinê û rastiya jina azadîxwaz ji tevahî cîhanê re YRJ’ê hate avakirin.
Di dîroka çapemeniya azad de jin xwedî rol û misyoneke mezine. Çapemeniya Jin a Azad heta niha di oxira heqîqetê de gelek berdêlên giranbûha daye. Di herêma me de jî li hemberî şerê qirkirin, dagirkirin û talanê gelek jinên rojnamevan bi biryar têkoşîn kirin û di oxira ku rastî di tariyê de nemîne canê xwe fedakirin. Ji bo berdewamkirina mîrasa jinên lêgerînvanên heqîqetê pêwîsti bi hevgirtin û yek zimanî heye. Jin di qada çapemeniyê de çiqas bikarin rêxistina xwe ava û mezin bikin wê ewqas bikarin di afirandina sîstem û civakeke demokratîk û azad de pêşengtiyê jî bikin.
Careke din ragihandina avakirina YRJ’ê li tevahî rojnamevanên jin pîroz be. Wê YRJ’ê di şopa heqîqetê de bibe dengê şoreşê û bibe pêşengê avakirina Paradigmaya Netewa Demokratîk.”
Konferans bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.