‘kiryarên dagirkeran wê îradeya jinan lawaz neke’

Rêveberiya Kongra Star ya taxe Kornîş a Bajarê Qamişlo Hindrîn Xelîl di debarê hedef girtina jinan ji aliya dewleta Tirk ve ji me re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wê hemû beşên civakê û bi taybet jinan hedef digirê û ev hedef girtin jî ne tesaduvîne bi zanebûnin û pilankirîn e.

Hindirîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: jin li ser esasê pirojeya Demokratîk xwe birêxistin dikin. Ji lewra jin hedef tên girtin û dixwazin îrade û vîna wê bişkînin. ji ber ku dewleta Tirk ji berxwedan û tekoşîna jinan ditirse. Hindrîn da zanîn ku kiryarên dagirkeran wê îradeya jinan lawaz neke û wiha dirêjî da axaftina xwe: Kiryarên wan wê îradeya jinan lawaz neke, jinên ku di hemû cîhanê de deng vedan wê gavan paş ve neavêjin û wê her tim li ser piyabin heya tola hemû jinan ji dagirkeran hilînin.

Hindirîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: em hemû rêhevalên xwe yên têkoşer bi bîrtînin û em soza şopandina riya wan nû dikin û em bang li rêxistinên mirovî dikin ku divê ji bêdengiya xwe derkevin û helwestekê li hemberî kiriyarê dagirkeriya Tirk nîşan bidin.

Lîlav Hesen

Show More
Back to top button