1’emîn Konferansa Tenduristiya Jinê bi avakirina meclîsê bi dawî bû

1’emîn Konferansa Tenduristiya Jinê bi dirûşmeya “Jina bi tendurist, çavkanî û hêza jiyana bi tendursite” bi tevlîbûna 127 delegeyan li Navenda Çand û Hunera Aram Tîgran a navçeya Rimelan pêk hatî bi biryarên girîn û avakirina meclîsê bi dawî bû.

Piştî perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan hat xwendin, endama Koordînasyona Kongreya Star Remziye Mihemed axivî û got: “Civaka me rastî pir êşan hatiye. Heta niha jî êrîş li ser herêmê me berdewam dike. Navê şoreşê me şoreşa jinê ye. Ji bo wê pêwiste em şoreşê xwe bi tendurist bimeşînin û xwedî li şoreşa xwe derkevin. Divê konferansê de gelek biryarên girîng hatin girtin, ji bo em civakek bi tendurist ava bikin. Jina bi tendurist kaniya jiyana bi tendurist e. Em ê bi pêşengtiya jinê van nexweşiyan û êşan di nava civakê de rabikin û gavên serkeftî bavêjin.”

Piştre jî rapora salekî ya tenduristiya jinê ji aliyê Endama Desteya Tenduristiyê Hedla Hesen ve hate xwendin. Piştî raporê rewşa jin di tenduristiyê de hate guftogoh kirin. Her wiha têkîldarî kar û xebatê tenduristiya jinê sînevîzyonek hat pêşkêş kirin. Rêziknameya tenduristiya jin jî ji aliyê Endama Komîteya amadekar Eyşe Elî ve hat xwendin. Her wiha 21 jin ji bo meclîsa jin a tendirustiyê hatin pêşniyar kirin û hilbijartin.

Di konferansê de biryarên wiha hatin girtin: 

* Perwerdeyên pîşeyî ji bo tenduristiya jinê werin pêş xistin.

* Xebatên tiba xwezayî pêşxistin û bi rêxistin kirin.

* Li herêmên Cizîrê avakirina nexweşxaneya jin û zarokan.

* Li Dêre Zorê li Kesra û Siwar cihên zayînê ji bo jinan vekirin.

* Pêşxistin û aktîfkirina beşên jinê li hemû nexweşxaneyan werin vekirin.

* Li gor pêwîstiyan pêşxistin û birêxistinkirina tedawiya nexweşiyên penceşêrê.

* Li hemû nexweşxaneyan hemşeriya jinan pêşxistin.”

Konferans bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

 

Show More
Back to top button