‘Li Hember Êrîşan Yekîtî Pêwîst e’

 

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên dawîn ên li ser herêmên parastinê yên mediyayê û bi taybet herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê hewl dide tevahî xaka Kurdistanê dagir bike û gelê kurd tune bike.

Hevseroka Meclisa Hilwa Fehîma Temo li ser mijarê ji Radiyoya me re axivî û wiha: “Dewleta tirk bi van êrîşên hov yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê dixwaze hebûna gelê kurd li ser rûyê cîhanê tune bike. Roj bi rojê êrîşên xwe dijwar dike, jîngehên sivîlan dike hedefa xwe lê li beranberî vê yekê hikumeta başûrê kurdistanê tu helwestê nîşan nade. Armanca dagirkeran ewe ku xewnên bapîrên xwe yên Osmanî ji nûve vejînbikin. Her wiha Fehîma diyar kir ku bi yekîtiya gelê kurd li her derê wê êrîşên dagirkeran werin şikandin.”

Fehîma Temo wiha dawî li axeftina xwe anî: “Li hember hovîtiya Erdogan û Çeteyên wî Gêrîlayên tevgera azadiya kurdistanê berxwedanek mezin raber dikin. ez bexwedana Heftenînê ya bi rûmet silav dikim, emê heya dawiyê li hember pîlanên dewleta Tirk biseknin û destkeftiyên xwe li herçar parçeyên kurdistanê biparêzin. Banga min ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re heye ku çavê xwe veke û sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk re deyîne.”

Delal Cemîl

Show More
Back to top button