‘Zimanê me Nasname û Hebûna me ye’

Hîn jî bertekên li dijî xwestekên Encûmana Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) yên guhartina materyalên Rêveberiya Xweser bi materyalên hikumeta Şamê, berdewam in.

Di derbarê vê mijarê de Nezha Seyîfedîn Rêveberiya Yekîtiya Mamosteyan ya navçeya Çilaxa ji Radiyoya me re nirxandin kir: xewin û xeyalên me bû ku rojek were û em bi karibin bi zimanê xwe bi axivin yan bixwînin, bi têkoşînek pir mezin me xwe gihand vê astê ku dibistanên me werin avakirin, gelê kurd jî weke her mirovekî karibê di welatê xwe de bi zimanê xwe bi axive û bixwînin.

Nezhayê got ku bi hezaran keç û xortê vî welatî canê xwe fedakirin ji bo zimanê dayikê, lê mixabin îro kurd bi xwe li dijî zimanê xwe derdikevin û wiha domand: ji destpêka şoreşa Rojava ENKS’ ê li dijî zimanê xwe ye û daxwaze matreyalên hikumeta Beas dike. lê Li hember her tiştî emê zimanê xwe biparêzin û lê xwedî derkevin tu kes nikare me ji zimanê dayikê mehrûm bike.

Di dawiyê de Mamoste Nezha Seyîfedîn bang li ENKS’ ê kir ku nekevin xefka dijminan û li dijî zimanê xwe dernekevin, mirov bê zimanê xwe bê nasname û hebûne li ser rûyê vê axê.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button