Derbarê Leyla Guven de biryara girtinê

10’emîn rûniştina doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a bi hinceta “Endamtiya rêxistinê”,”propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Leyla beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Leylayê Cemile Turhalli, Serdar Çelebi û Şivan Cemil Ozer li rûniştinê amade bûn.
Parêzeran di rûniştinê de xwestin dem bê zêdekirin lê ev xwestek hat redkirin.
Heyeta dadgehê ji bo Leylayê 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî û biryara girtinê da.
Show More
Back to top button