‘Rûsya şewqa kesk daye Tirkiyê’

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de êrişên xwe yên li ser navçeya Eyn Îsayê zêdetir kirine. Hewl dide ku ji bêdengiya navneteweyî sûd bigre û navçeyê dagir bike û niştecihên wê koçber bike.

Li ser vê mijarê Endama Kongra Star ya herêma Dêrikê Mala Ebd El Kerîm ji me re axivî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kir û bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê hevgirtina xwe xurt bikin.

Mala wiha dest bi axavtina xwe kir: Di oxira parestin û rizgarkirina van herêman de me 11 hezar şehîd dane û ji bo ku em Efrîn, Serêkanî û Girêspî rizgar bikin emê hîna jî berdêlan bidin lê em ji dewleta Tirk û hevkarên wê re dibêjin ku dagirkirina Eynîsa dûrî xewnên wa ye.

Mala bal kişand ser bêdengiya Rûsya garantor û wiha pê de çû: ji bêdengî û daxuyaniyên  Rûsya yên dawî diyar dibe ku wê şewqa kesk daye Tirkiyê da ku êrîşan pêk bîne, ji ber ku Rûsya ji QSD’ê xwest ku ji Eyn îsa yê vekişe û radestî hikûmeta şamê bike yan jî rê bide Tirkiyê ku dagir bike, ev jî isbat dike ku der barê dagirkirina Eynîsa yê de lihevkirinek Rûsî-Tirkî heye.

Mala di dawiya axavtina xwe de bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî xeteryên li ser Eynîsa hevgirtina xwe çêkin û piştgirya QSD’ê bikin.

Medya Silêman

Show More
Back to top button