Kongreya Star bi boneya salvegera damezirandin xwe daxuyaniyek da

Koordînasyona Kongreya Star bi boneya salvegera damezirandina xwe daxuyaniyek da û got: “Bi boneya şazdehemîn salvegera damezirandina rêxistina me Kongreya Star, em weke jinên Rojava, ji dilê şoreşa azadî û aştiyê, şoreşa demokratîk a ku jin bi hezkirin û fedakarî pêşengiya wê dikin, em pîrozbahiyên xwe yên bi şanazî û serbilindî ji rêber Abdulah Ocalan”re dişînin, hevrê û rêberê ku ji bo gihiştina azadiya jinan û civakê her tiştê hêja û binirx pêşkêş kiriye. Her wiha em li hemû hevalên xwe yên têkoşînê, meşaleyên şoreşa me û sembolên berxwedana me yên ku ji bo jinan ber bi astên herî jor ên azadiyê ve bibin şehîd ketine, pîroz dikin, ji şehîd Sakîna Cansîz, Bêrîtan, Zîlan, Leyla Agirî, Hevrîn Xelef, Yadê Eqîda, Arin Mîrkan dest pê bikin ta Zehra Berkil, Amara, Avesta û gelek berxwedêrên nemir.”

Hate diyarkirin ku Kongreya Star di sala 2005’an de, di nava şert û mercên dijwar de hate damezirandin û wiha hate gotin: “Em piştrast dikin ku derketina rêxistina me bersiveke rêxistinî û hişyarkirinê bû li beramberî înkar û marjînalkirina dîrok û nasnameya jinên Kurd, Ereb û Suryan ku bi hezaran salan pê re rû bi rû bûne.”

Kongreya Star diyar kir ku têkoşîna wan a 16 salan bi gelek serfirazî û serkeftinan bi encam bû û wiha diyar kir: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bêtir rê li pêşiya jinan vekir ku bi kûrbûna raman û felsefeya rêber Apo careke din xwe di warên siyasî, civakî, çandî, rêxistinî, aborî û leşkerî de îsbat bikin.”

Koordînasyona Kongreya Star bal kişand ser komkujiya li gundê Helincê yê Kobanê jî û wiha da zanîn: “Komkujiya ku li gundê Helencê li dijî hevalên me yên jin ên çalakvanên siyasî hate kirin, hedefgirtina raman û azadiya hemû jinan e ku daxwaza jiyaneke azad dikin. Em bi dengê şoreşa xwe dibêjin ku tevî van pêkanînên hovane yên li dijî me tên kirin ew ê israra me ya domandina têkoşîn û berxwedanê zêde bibe. Her wiha em soz didin serokê xwe ku em ê raman û felsefeya wî bişopînin ta ku em bigihêjin avakirina giyanê gel ê şoreşger ku ev bersivek e li hemberî hemû êrişên sîstematîk ên li ser gelê me bi taybet jî jinan.”

 Di dawiayê de Kongreya Star bang li jin, rêxistin û tevgerên jinan kir ku bibin yek û piştgiriyê bidin hev û wiha lê zêde kir: “Her wiha em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û mirovahiyê dikin ku erka xwe ya mirovahî pêk bînin ji bo parastina jinên ku ji bo bidestxistina zîhniyeteke demokratîk a azadîxwaz têkoşînê dikin, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi giştî li Rojhilata Navîn û cîhanê pêşengiya aştiyê bike.”

Show More
Back to top button