HPG’ê li ser dagirkeriya artêşa Tirk daxuyanî da

Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku li Şemzînanê jî di çalakiya gerîla de 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî dan:

OPERASYON DAGIRKIRINÊ

“14’ê Kanûnê saet di 17:00 de, artêşa TC a dagirker bi piştgiriya balafirên bê mirov Geliyê Reş, quntarên Evilkovî û Kanîreşê yên herêma Xakurkê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir. Vê bomberdûmanê heta nîvê şevê dewam kir. Tevî bomberdûmanê, artêşa TC a dagirker ji navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe danî nava axa Başûrê Kurdistanê û dest bi operasyona dagirkirinê kir. Operasyona ku li Tepê Siro, Geliyê Reş, Kanîreş û derdora gundê Bermizê yê bajarê Diyanayê tê kirin, hê jî dewam dike. Agahiyên li ser vê operasyonê her ku bi dest ket, wê bi raya giştî re bên parvekirin.

LI ŞEMZÎNANÊ 6 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Sibeha 11’ê Kanûnê, hêzên me li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînan a Colemêrgê dor li yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li dora Tepê Xwedê bi cih bûbû, girtin. Leşkerên dijmin heta wextekê hatin şopandin û saet di 09:40 de hêzên me li wan dan. Ji cihekî nêz derbên xurt li yekîneyên dijmin hatin xistin û di encamê de 2 çeper hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de hêzên me çûn ser cenazeyên 6 leşkeran û çekek BKC (Bîksî), zincîr û fîşekên vê çekê ji ser leşkerên hatin kuştin, rakirin.”

Show More
Back to top button