Vekirina 1’emîn Gulîstana xwendinê ya li bajarê Qamişloyê

Di bin dirûşmeya “Bi xwedinê civak zindî dibe” îro di seet 11’an de bi pêşengiya Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Qamişlo 1’emîn Gulîstana xwendinê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hate vekirin. Bi hazir bûna Yekîtiya Rewşenbîrê Kantona Qamişlo, Nûnerên Patiyên Siyasî û bi dehan ji  endamên saziyên Rêveberiya xweser amade bûn. Pêşwaziya mêvana ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîr Leyla Ibrahîm û Hûda Şêxmûs ve hatin kirin. Her wiha di nava axavtinan de peyama piştgiriya ji bo hunerê hat dayin. Rîbana sor bi destê Helbestvan û Nivîskarê Kurd Salihê Heydo hat qutkirin. Peykerên her çar nivîskarên kurd Osman sebrî, Apê Mûsa Enter, Cegerxwîn Şêrko Bêkes li Gulîstanê hatinbûn neqişandin.Di dawiyê de jî bi boneya vekirina 1’emîn gulistana xwendinê şêranî li hemû mêvan hazir hate belav kirin.

Show More
Back to top button