Yekemîn navenda tenduristiyê li Til maruf

Şêniyên Til maruf û gundên derdora wê ji ber tunebûna navendên tenduristî li nêzê wan zehmetî dikişandin. Meclisa Tenduristiyê ji buyî ku zehmetiyên şêniyan kêm bike di 15’çileyê da yekemîn navenda tenduristî li Til marufê vekir.
Navendê ji beşê (destwerdana lezgîn, Hundirîn, Dermanxane) pêk tê. Di navendê de 4 kes bijîşkek û 3 hemşîrên bijîşkan dixebitin.
Rêvebera Navendê Safiya Ebdo ji Radiyoya me ra axivî û wiha got: me navenda xwe ji 15 vê mehê ve vekir ev nêzî sê mehin ku em amedekariyan dikin. Rastî gel zehmetî dikişandin ji ber tunebûna navenda tendrustiyê ji ber vê jî ev navend hat vekirin Em 4 jin heya niha têde kardikin, wek despêkê hin zehmetî hene ji ber hijmarê me hindike derfetê me hîn kêmin, derman ne zêdeye lê wilojî gel berê xwe didê me û kêfxweşin. Safiya wiha berdewam kir: em bi hêvîne ku karê me bi serkeftî derbas bibe û heya ji me werê emê alîkariya miletê xwe bikin.
Safiya wiha gotinên xwe bi dawî kir: em dixwazin bi demêre navenda xwe mezintir bikin.

Show More
Back to top button