“Em nahêlin tu kes derbasî axa me bibe”

Piştî gefên Tirkiyê yên domdar li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker îda dike ku ew ê herêmeke ewle li Bakurê Sûriyê ava bike. Girêdayî vê mijarê jina bi navê Xedîce Ehmed ya ji navçeya Tirbesipiyê wiha nerînên xwe ji Radoyaya mera parve kir: îro Erdogan gefan li herêmên me dixwe mirov bala xwe bidiyê ev ne cara yekemîne ku Erdogan gefan li ser Rojavayê Kurdistanê dixwe, Erdogan dixwaze îrada me bişkîne bi van gefan û dixwaze temenê DAIŞ’ê dirêj bike.
Xedîce wiha pê de çû: ev ax axa meye cihê Erdogan ne li ser axa me ye bila baş zanibe ku bi jina tenê mabe emê mal û erdê xwe biparêzin, ew kesên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin çima çavên xwe ji dewleta Tirk û çeteyên wêre girtin e, Erdogan dixweze herêmên bi ewle bike bin çevdêriya xwe, lê em dibînin Efrîn dibin çavderiya wî de ye her roj lê kuştin, revandin, talankirin û komkujî çêdibin.
Xedîce gotinên xwe wiha bi dawî kir: emê heya dawiyê li ser piyabin û li pey şopa şehîdên xwe bin û em nahêlin tu kes derbasî axa ku bi xwîna zarokê me hatiya rizgarkirin bibin.

Delal Cemil

Show More
Back to top button