Şêniyên Tirbespiyê Ş.Kara oxir kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê bi merasîmekê Ş.Mitez EL-hoşan (Kara Qamişlo) yê ku di 2’şibatê li Dêrazorê şehîd ket، oxir kirin.
Turana leşkerî bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir.
Paşê li ser navê YPG’ê, saziya malbatên şehîdan, Netewa demokratîk û malbata şehîd Kara axaftin hatin kirin.
Axavtinan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin  û bal kişandin li ser serkeftinên ku li herêmê hatine bi destxistin, ew berhemên keda şehîdan e.
Her wiha gefên dewleta Tirk ya dagirker li ser herêmê hatin şermezarkirin û gotin ku êdî DAIŞ di herêmên me de tune bûye.
Piştî axavtinan nasnameya şehîd ji aliyê saziya malbatên şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.

Show More
Back to top button