Jinên herêma Cizîrê ‘Roja reş’ şermezar kirin

Kongreya Star îro bi armanca şermezarkirina Komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan û destekdayîna çalakiya Leyla Guven ku ev 92 rojin di grava birçîbûnê da ye, bi dirûşma “sonda me ye, Em ê pergala Îmralî parçe bikin û bi Rêber APO re azad bijîn” mîtîng li herêma Qamişlo, herêma Firatê û herêma Şehbayê li dar xistin.


Jinên herêma Qamişlo li Stada Heysem Kuço kom bûn. Di mitîngê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên Leyla Guven hatin hildan û bê navber dureşmeyên bê Serok jiyan nabê, silavkirina berxwedana Leyla Guven hatin gotin.


Bi hezaran jin beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. paşê daxuyanî bi zimanê kurdî û Erebî hate xwendin.
Li ser navê Kongireya Star ya Herêma Cizîrê Foza Yûsif axifî û komploya navnetewî şermezar kir û wiha got; “Ev 20’salin li ser komploya navnetewî darbas dibe, dixwazin ku vîna gelê kurd û gelê Rojhiata navîn di şexsê Rêber Apo de çarmix bikin. Da ku vîna gelan bişkînin, lê belê gelê me bi biryareke mezin li berxwedide.”


Çalakî bi dirûşmeyên “bê serok jiyan nabe” bi dawî dû.

Show More
Back to top button