Leyla Guven sembola azadiyê ye

Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû û di roja xwe ya 94’an de berdewam dike. Her ku diçe Piştgiriyê ji bo çalakiya Leyla Guven zêdetir dibin. Jinên navçeya Girkêlegê piştgiriya xwe bi Leyla Guven ra anîn ziman û gotin ku daxwaza Leyla daxwaza jinên cîhanê ye.


Jina bi nevê Zilfa Bedro derbar ê vê mijarê de nêrînên xwe ji nûçegihana Star Fm re parve kir û wiha got: Em wekî Jinên kurd piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven. Ji ber ku Leyla sembola azadiyê ye. Emê heta dawiyê piştgiriyê bidin çalakiya Leylayê ta Serokê me ji zîndana Îmraliyê rizgar bibe.


Her wiha jina bi navê Xaliya Silmo girêdayî heman mijarê axivî û wiha got: Berxwedana Leyla Guven, serkeftina li dijî dewleta Tirk e. Em berxwedana wê silav dikin û em jêre dibêjin ku îrade û vîna xwe em jê digirin.

Show More
Back to top button