‘Tekuşîna me berdewam e ta azadiya Rêberê me’

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye. Tevî ku malbat û parêzer ji bo hevdîtinê bi sedan caran serî li ser dozgeriyê dan jî, lê daxwaz bi hincetên cûda hatin redkirin. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 12’ê Çileyê de hevdîtin bi birayê xwe re pêkanî, lê belê ev nayê wê wateyê ku tecirîd bi dawî dûye.


Girêdayî vê mijarê jina bi navê Lîlav Al-Hesen hevjîna şehîd Lewend ya ji navçeya Tirbesipiyê, nerînên xwe ji mere parve kirin û got: ez vê tecrîda girankirî şermezar dikim, Dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ji 9ê Cotmeha 2011an ve ferz dike û hevdîtinên parêzeran ji bo dîtina wî qedexe dike.


Lîlav wiha axftinên xwe dewam kir: emê wek jin çalakî û têkoşîna xwe berdewam bikin heya azadiya Rêberê xwe. Mafên mirovan kanîn? çavên xwe girtine û bêdengin em ji wan re dibêjin çavên xwe vekin û vê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me rakin.


Lîlav wiha bi dawî kir: Erdogan hewl dide bi rêya ferzkirina tecrîda Rêber Abdullah Ocalan projeya ku banga demokrasiyê û aşîtiyê dike, têk bibe.

Show More
Back to top button