Çalakiya Leyla Guven di roja 107’an de berdewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 107’an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25’ê Çileyê de ji girtîgehê hat derxistin çalakiya xwe li malê berdewam dike. Tendirûstiya Leyla Guven her ku diçe xirabtir dibe.

Leyla ji roja 8’ê Mijdara 2018’an ku dest bi çalakiyê kiriye ji wê rojê û virde piştevaniya bi çalakiya wê re jî berdewam dike û ji gelek deverên cîhanê, ronakbîr, nivîskar, siyasetmedar û akademîsyên jê re peyamên piştevaniyê dişînin.

Show More
Back to top button