Çalakiya Girava Birçîbûnê Cihê Serfiraziyê ye

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir bû û di roja 107’an de berdewam dike.

Jinên navçeya Tirbespiyê û Dayikên şehîdan di derbarê berxwedana Leyla Guven de nerînên xwe ji radiyoya me re anîn ziman.

Jina bi navê Şaha Osman diyar kir ku berxwedana Leyla Guven di rûpelên dîrokê de hate nivîsandin û wiha got: “Berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê ji bo me cihê serfiraziyê ye. Berxwedana wan ji bo me hêz e. Ji ber vê yekê divê gel hemû û bi taybet jin dakevin qadan û piştgiriya çalakgeran bikin.”

Her wiha jina bi navê Fehîma Yûsif jî piştgiriya xwe ji bo berxwedana Leyla Guven û hemû berxwedêrên di grevên birçîbûnê de nîşan da û wiha axivî: “Ev 107’roj e Leyla Guven li ber xwe dide û teslîm nebû, Leyla bi israr çalakiya xwe didomîne û ruxmî ku ji zindanê hat berdan jî, dibêje heta ku Rêber Ocalan di tecrîdê de be wê berxwedana min nesekine.”

Fehîma gotinên xwe wiha bi dawî kir:  Ji ber ku felsefeya Ocalan di mêjiyê me de ye, em bi felsefeya wî têkoşînê dikin, azadiya Rêbertî azadiya me ye û azadiya hemû gelên bindest e.

 

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button