Konferansa 2’yemîn a HPC bi dawî bû

Konferansa 2’yemîn a Hêzên Parastina Civakî (HPC) ê bi dirûşma “Tekane rêya xelaskirinê ji qirkirin û kuştinê, rêya xweparastinê ye” li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan  vê sibehê destpê kir. Endamên HPC`ê, endam û rêveberên Rêveberiya Xweser û Kongreya Star tev li konferansê bûn.Konferans bi hilbijartina meclisa giştî û biryaran bi dawî bû.

Di konferansê de rêzikaname hate xwendin û bendên wê ji aliyê beşdaran ve hatin nîqaşkirin. Paşê jî rapora xebatên 3 salan a Hêzên Parastina Civakî hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve hat nirxandin.

Di konferansê de Meclisa Hêzên Parastina Civakî li ser asta herêma Cizîrê ji 63 endaman hate hilbijartin.

Show More
Back to top button