Rêxistina Kongreya Star nameyek ji Leyla Guven re şand

Rêxistina Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven re ku ev 109 roj e ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand.

Nameya Rêxistina Kongreya Star a ji bo Leyla Guven wiha ye:

“Di serî de em silav û hezkirinên xwe pêşkêş dikin, çalakiya we vejîn û nûbûek di tevahî cîhanê de, bi taybet di nava gelê Bakur de çêkir û deng veda. We bi vê çalakiya xwe hestên mirovên azadîxwaz temsîl kirin û xeta jinên azad mîsoger kir.”

Wekî hevrê Zîlan gotiye ‘’Eger jin bawer bike, tu hêz nikare jinan ji nirxên pê bawer in, vegerîne. Ji ber ku jinan dema bawer kir, wê teqez bi ser bikevin.” Hevrêya me Leyla; tu bizane ku têkoşîna te evîndarî, cesaret, bawerî, hêz û şerefê dide me. Em ê heya daiyê bibin şopdarên rêya te, ji ber ku em bawer dikin û em ê bi hev re bi ser bikevin.

Ev berxwedan berdewama çalakiya hevrêyên ku canê xwe kirin mertal, ên wekî Zîlan, Bêrîtan, Avesta, Barîn û sekna Sakîneyan e. Yên ku bi berxwedana xwe jiyana birûmet afirand.

Li hember komplo û komplogeran, ji bo şikandina tecrîda sîstematîk a ku di şexsê rêber Apo de li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin, berxwedana hevrêyên li seranserî cîhanê cihê serfiraziyê ye. Em vê berxwedana bêhempa silav dikin û bi israr xeta azadiya jinan berdewam dikin. Em ê destkeftiyên jinan biparêzin û asta çalakiyan bilind bikin. Hevrêya azadiya jinan, hevrêya jiyana azad, hevrêya berxwedêrên azadiyê Leyla Guven.”

ANHA
Show More
Back to top button