Çalakiya Leyla Guven di roja 112’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 112’an de berdewam dike.

Leyla ya ku çalakiya wê berdewam dike heta niha ji çar hêlên Tirkiyeyê û gelek welatên din piştgirî ji bo wê tê û ji aliyê gelek nûnerên saziyan ve serdana wê tê kirin. Heta roja îro ji bo Leylayê ji aliyê gelek nivîskar, siyasetmedar peyamên piştevaniyê hatine dayîn. Kesên ku piştgiriyê didin Leylayê dibêjin ku tecrîd Sûcê mirovahiyê ye û ji hikûmetê dixwazin ku tecrîd bê rakirin.

Show More
Back to top button