“Emê alên serkeftinê rakin û vegerin Efrînê”

Şêniyên kantona Efrînê piştî berxwedaneke bêhempa ku 58’rojan dewam kir, di 18‘ê Adara 2018‘an de ji ber komkujiyên dagirkeran xwe spartin kantona Şehbayê û bajarên kantona Cizîrê. Jinên ku niha li Kantona Qamişlo jiyan dikin û bi hêviya vegera Efrînê ne ji Radyoya me ra nêrînên xwe anîn ziman.
Dayika bi navê Nezliya Mihemed ji şêniyên navçeya Şêrawa ye, wiha got: Cîhan bû şahîdê komkojiyan û şerê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyan bi kar anîn e, lê belê her kes bê deng ma û bê dengiya wan heya niha jî berdewam dike. Balafirên artêşa Tirk a dagirker dibe ku em ji xaka me dûr xistibin, lê nekarîn vîna me bişkînin.
Dayika Nazliya di berdewama gotinên xwe de wiha got: “Em dixwazin dewleta Tirk ya dagirker bizanibe ku kesek nikare vîna me bişikîne. Em ê alên serkeftinê rakin û vegerin Efrînê û tola şehîdên xwe ji dagirkeran hilînin.”
Her wiha jina bi navê Leman Mihemed ku ji Cindirêsê ye wiha dibêje: “Ruxmî hemû zehmetiyan, em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe li ber xwe bidin, ji bo vegera li Efrînê emê her tiştî tehemul bikin.”
Leman di berdewamya axaftina xwe de diyar kir ku biryara derketina wan a ji Efrînê ji ber komkujiyên dagirkeran bû û wiha anî ziman: “Berxwedana me berdewam e, heta Efrîn ji çeteyên dagirkeriya Tirkiyê were rizgarkirin. Em soz didin ku emê her tim li qadan bin heta em vegerin xaka zeytûnê.

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button