Çalakiya Leyla Guven vîna jinên azad îsbat dike

Berxwedana parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan derbasî roja xwe ya 115`an dibe. Tevî wê jî bi sedan çalakger li Kurdistan û Ewropayê bi heman armancê û ji bo piştgiriya Leyla Guven di greva birçîbûnê de ne.

Her ku diçe rewşa tenduristî ya Leyla û çalekgerên di greva birçîbûnê de girantir dibe. Ruxmî vê jî heya niha tu helwest ji rêxistinên navdewletî û yên hiqûqî derneketin e.

Di derbarê vê mijarê de jina bi navê Gulistan Esed ji Radyoya me re axivî û diyar kir ku ew hêza xwe ji berxwedana Leyla Guven digirin û wiha got: Leyla Guven bi çalakiya xwe vîn û hêza jinên azad îsbat dike û li hemberî zihniyeta baviksalarî sekna jina azad temsîl dike.

Gulistan di dawi yê de berxwedana hemû berxwedêrên di grava birçîbûnê silav kir û bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bo bicihanîna daxwazên wan bikevin nava liv û tevgerê û binpêkirinên dewleta Tirk der heqê gelê Kurd de bisekinînin.

 

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button