Kongreya Star ji bo 8’ê Adarê daxuyanî da

Rêxistina Kongreya Star ji bo  8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bi daxuyaniyekê dest bi çalakiyan kir.

Kongreya Star îro li Qamişlo li ber navenda xwe daxuyanî ji bo 8’ê Adarê da. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Madilîn Şêx Xidir ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de alên kongreya Star û wêneyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Di daxuyaniya de Roja 8’ê Adarê li hemû jinan hate pîroz kirin û her wiha bal hate kişandin li ser Şoreşa jinê ya ku li Rojava bû bingeha avakirina projeya netewa-demokratîk û jiyana hevbeş, di tevahî Bakur û rojhilatê suriyê de. Her wiha rola pêşeng ya YPJ’ê di tunekirina DAIŞ’ê de, bû cihê hêzdayîn û xuritkirina jinê. Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinan hate kirin ku bi coş tevlî hemû çalakiyan bibin.”

Daxwiyanî bi diruşmeyên ” jin, jiyan, azadî” ,” bê serok jiyan nabe” û “bijî berxwdana zindanan” bi dawî bû.

Show More
Back to top button