’’Emê cejna 8’ê Adarê bikin cejna azadiya Rêber Apo’’

Derbarê 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de jinên navçeya Tirbespiyê nêrînên xwe ji Radyoya me ra anîn ziman û gotin:”Em ê 8’ê Adarê bi serkeftina jinê ya li dijî DAÎŞ’ê pêşwazî bikin.”

Jina bi nave Dîlan Nesan 8`ê Adarê li tevahiya jinên berxwedêr ên cîhanê pîroz kir û got: Li ser vê xakê û tevî hemû zehmetî û urfû û adatên civakê û zihiniyeta desthilatdar ku li ser jinan hatin ferzkirin jî lê jinan ziman, çand û îradeya civakê parastin.

Dîlanê gotinên xwe wiha bi dawî kir :Jin, şideta ku ji aliyê civak û mêrê desthilatdar ve tê kirin nema qebûl dike û li hember destdirêjiya mêr sînorek xêz kiriye û di roja 8’ê Adarê de jinên cîhanê bi giştî bi yek reng û dengî pêşwazî û pîroz dikin.

Jina bi navê Zeyan Salih nerîna xwe wiha anî ziman: bi rihê Leyla Guven û hemû berxwedêrên di zindanan de ji bo azadiya gelê me û azadiyê Rêberê me misoger bibe, em ê li qadan bin û li berxwe bidin.
Zeyna di dawiyê de got: Agirê şoreşa jinê di 8’ê Adarê de em ê geş bikin û Rêberê xwe azad bikin.

Her wiha jina bi navê Daxwaz Silêman jî got :8’ê Adarê ya îsal bi rengekî tijî têkoşîn û berxwedan tê pêşwazîkirin, Jina kurd di vê salê de xwe bi rêxistin kir û pêşengtî ji hemû jinên cîhanê re kir, di qadên leşkerî û siyasî de xwe bi rêxsitin kir û xwe îsbat kir.

herî dawî Daxwaz wiha got: Bangewaziya me ji bo hemû jinên cîhanê heye ku bi rihê Leyla Guven û hemû berxwedêrên di zindanan de derkevin qadan û ji bo tecrîda giran a li ser Rêber Apo rabe li berxwe bidin. Em ê cejna 8’ê Adarê bikin cejna azadiya Rêber Apo.

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button