Hemû rojên me wê bibin 8’Adarê

Bi rast hatina 8’Adarê roja cîhanî ya jinan, jinên navçeya Tirbespiyê nêrînên xwe ji Radyo ya me re anîn ziman û gotin: hemû rojên me wê bibin 8’Adarê.

jina ji pêkhatiya Ereb ya bi navê Îbtîsam Miho 8`ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û wiha got: bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocelan jin bi azadî jiyan dike û îro li ber çava ye ku têkoşer Leyla Guven bûye sembola jinên azad û şervanên YPJ’ê ku îro ji duniya yê re bûne mîneka jinên berxwedêr.

Îbtsamê di dawiyê de wiha got: emê her têbikoşin da ku hemû jin azad bibin û rojên me hemû bibin 8’Adarê.
Her wiha Jina bi navê Asiya Cûma 8`ê Adarê li tevahiya jinên berxwedêr û Rêber Abdulah Ocelan pîroz kir û wiha got: 8`ê Adarê wê bibe roja têkoşîn û berxwedanê ji bo tevahiya jinên cîhanê, bi taybet jinên berxwedêr ên li girtîgehên dagirkeriya Tirkê de. Jinan ji tevahiya cîhanê re îsbat kir ku ew xwedî vîneke xurt in û dikarin aştiyê belav bikin.

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button