“8′ Adarê li Leyla Guven pîroz be”

Jina bi navê Şînda Şahîn ya ji Kantona Qamişlo tekez kiri ku Jin wê roja 8′ ê Adarê bikin roja pêkanîna daxwazên Leyla Guven û hevalên wê û tecirîda li ser Rêber Abdullah Ocelan bişkînin.
Her wiha destnîşan kir ku roja 8′ ê Adarê wê bibe roja têkoşîn û berxwedanê ji bo hemû jinê cîhanê.

Şînda Şahîn wiha dest bi axeftinê xwe kir: em Roja 8′ Adarê li Rêberê mirovahiyê Rêber Apo li Leyla Guvenli Şervanên (YPJ) ên ku bi hezaran jinên Bakûr ûRojhilatê Suriya yê rizgar kirin û hemû jinên cîhanê pîroz dikin, îro bi saya jinên berxwedêr mîna Sekîne, Arîn û Barînan gihişt azadiya xwe.

Şînda wiha gotinên xwe berdewam kirin: Ez bêdengiya navdewletî ya ji şideta li ser jinan şermezar dikim û banga min jiyaneke azad û wekhev. 8′ ê Adarê wê bibe roja pêkanîna daxwazên Leylayê û Em Li ser şopa te Leyla Em dibê jin bi berxwedana jinan û têkoşerin azadiyê emê tecirîda li ser Rêberê ku mafê her jinekê dixwaze û em ji zilim û zordariyê xilas kirin.

Şînda wiha bi dawî kir: Em ê 8′ ê Adarê bi rihê Leyla û hemû girtiyê di zindana de pîroz bikin, banga min heye ku ev roj bibe roja bidawî bûna tecirîdê.

Show More
Back to top button