‘Hovên ku bûbûn bela serê cîhanê, çong li ber qehremaniya YPJ’ê danîn’

Kongreya Star bi boneya têkbirina DAIŞ`ê ji aliyê şervanên QSD`ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Em wek Kongreya Star serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li hember DAIŞ’ê, di serî de li tevahî malbatên şehîdan, li şervanên QSD’ê, li hevalên birîndar û hemû kesên di têkbirina DAIŞ’ê rol lîstiye, pîroz dikin.

Her wiha em vê serkeftinê li zarok û jinên Şengalê û li tevahî jinên ku di dema desthilatdariya DAIŞ’ê de rastî zilm û zorê hatine û êş kişandine pîroz dikin. Em ji wan re dibêjin; hûn dilrehet bin, tola we hate hildan. Îro hovên ku bûbûn bela serê cîhanê, çong li ber qehremaniya YPJ’ê danîn. Ev bi serê xwe serkeftina herî mezin e û peyameke herî xurt e ji bo hêzên ku destek didan DAIŞ’ê, bi taybet dewleta Tirk û êdî mîsoger bû ku bi rêbaza neteweya demokratîk û baweriya bi projeya biratiya gelan. Îradeya azad li hember dijminên mirovahiyê bi ser dikeve.

QSD’ê nêzîkî 5 milyon mirov ji hemû neteweyan, di nav de jin û zarok jî hebûn ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Her wiha erdnîgariyeke berfireh paqij kir û “dewleta xîlafetê” ya ku çeteyan di xeyalên xwe de çêkiribû bi ser serê wan de hilweşand. Lê ev nayê wateya xetere bi dawî bûye. Ji ber ku hê jî zîhniyeta DAIŞ’ê bi dawî nebûye. Divê bê zanîn ku, dagirkeriya dewleta Tirk û kiryarên wan ên dermirovî li dijî gel û xwezaya Efrînê, ne dûrî zîhniyeta DAIŞ’ê ne. Lê belê bîr û baweriya me ew e ku çawa DAIŞ di Kobanê, Reqa û Dêrazorê de têk çû, dê çeteyên Erdogan jî di Efrînê de têk biçin.

Di dawiyê de wek Kongreya Star ji bo tunekirina zîhniyeta DAIŞ’ê û ji bo kûrkirin û mayîndekirina zîhniyeta Neteweya Demokratîk û azadiya jinan di nava civakê de, em ê bi rola xwe rabin û pêşengiyê bikin.”

Show More
Back to top button