Bajarokê Tirbespiyê

Bajarokê Tirbespiyê ku ser bi bajarê Qamişlo veye û di herêma Cizîrê deye, dikeve navbera bajarokê Çilaxa û Qamişlo.

Bajarokê Tirbespiyê ku dikeve Rojhlatê bajarokê Çilaxa, Başurê bajarê Qamişlo û li Bakurê wê jî dirêjiya deşta Nisêbîna Bakurê kurdistanê heye. Nave bajar li gorî dem û serdestiya dagirkeran hatiye guherîn. Li gorî dîrokê navê bajar yê kevin Deşta Çêleka ye. Ev nav li gorî yekîtiya hin eşîreyên Êzîdiyan yên ji bakur û heya şengalê bi cih bûbûn dihat. Nave bajar yê duyem dibe Aşîta ku ev nav jî li gorî kesên li vê herêmê bi cih bûbûn tê ango tê wateya Aşîtî. Li gorî agahiyên di destê mede kesên Aşîtî ji qeleya (senger) Aşîta yak u dikeve ser çemê Bişêrîk yê herêma-Êlh ya girêdayî Bakurê Kurdistanê hatine.

Li Gorî Dem Û Desthiladariyan Navê Bajar

Bi demêra her çendî navên van herêman hatibin guherîn jî lê belê carinan jî li gorî coxirafiya xwe nav girtine. Li gorî ku tê zanîn ji ber sedema girekî ku di bajarok da hebuye û li ser wî girî du tirbên bi rengê sipî li serbune û bi wan nîşaneyên xwe tên nasîn, het di demê xwe de jî cihê bêhin dana bazirganên ku ji Bexdadê diçûn Heleb û Mêrdînê. Ji ber wan du tirbên sipî ji vê herêmêra Tirbespî dihate gotin. Lê piştî dagîrkirina Osmaniyan ya li ser herêmê, navê bajarok didin guhertin û dikin Senceq, vê herêmê ji xwera weke bergeha leşkerî bi kartînin. Piştî ku destihiladariya Osmaniyan têk diçe û di sala 1970’ê yî de dema rejîma BA’SI tê ser hûkûm vê carê jî navê bajar dikin Qehtaniyê. Ev nav jî ji eşîra Ereban ya Qehtan ku li Yemenê dikeve tê lêkirin. Piştî têkçûna Rejîma BAIS’ê cardin bajarok li navê xwe yê kevnar vedigere û cardin bi bajarokê Tirbespiyê tê nasîn.

Zanista Dîrokî

Li gorî lêkolînan Dîroka bajarokê Tirbespiyê vedigere 4’hezar sal B.Z. û dîrok di şûnewarên Girê Lêlan ê ku 9’Km Başûrê bajarok dikeve tê xwiyanîkirin. Li vê herêmê pêşiyên Kurdan yekem navenda şaristaniya bi nave Şexna avakirine. Di demê xwe de ev herêm weke ciyê bazirganî û aboriyek başve di navbera herêmên Başûrê Kurdistanê û welatên Anadolê tê nasîn. Li gorî tê zanîn ku di 28’ Avrêla 1962 yan de baranek zêde dibare û lêhî li vê herêmê radibe. Di encama vê lehiyê de gelek mal xirab dibin û 30 kes jî di encama lehiyê de jiyana xwe ji dest didin.

Di bajarokê Tirbespiyê de du bendavên biçûk hene, ev bendav bi navê Misgeft û Maşoqê tên nasîn. Şêneyên vî bajarokî debara xwe bi çaniniya bejayî û xwedîkirina sewalan dikin. Ev bajarok bi bîrên petrola xwe tê nasîn ku tê da bi qasî tê zanîn 200 bîrên petrolê hene. Serjimariya bajêr 20 heza kesin. Pêkhateyên bajarok Kurd, Suryan û Erebin. Ev netew bi awayek aram, wekhev û cîrantî bi hevra dijîn. Cadeyek navedî ya bajarok heye û suka bazirganiyê li ser vê cadê cîh digire. 115 gundên girêdayî bajarok hene.

Medya SİLÊMAN

Show More
Back to top button