‘Leyla ji bo me çavkaniya têkoşînê ye’

Çalakiya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû û di roja 143’an de berdewam dike, roj bi roj rewşa wê ya tendirustî xerabtir dibe.

Têkildarî mijarê jinên Bejarê Qemşilo ji Radyo ya me re axivîn û berxwedana çalekgerên di grava biçîbûnê de silav kir.

Jina bi navê Fatime Mimo wiha got:”Em piştgiriyê didin berxwedana Leyla Guven. Bila dijmin nefikire ku em ê dev ji têkoşîna xwe berdin. Em bi têkoşîna xwe li ser piyan e.Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê piştgiriyê bidin Leyla Guven.

Fatime wiha domand:”Leyla ji bo me çavkaniya têkoşînê ye. Em jinên wekî Leyla yên têkoşer mînak digirin. Lewma berxwedan û daxwaza Leyla ya me ye.”

Di heman mijarê de jina bi navê Cîhan Hesen ji mere axivî û got: em silavên gerim ji jina têkoşer û azad re rêdikin û dibêjin em berxwedana te ya li hember faşîzmê pîroz dikin. Tekoşîna Leyla Guven li tevahî cîhanê deng veda. Pêwîste hemû civaka Navneteweyî daxwaza Leyla Guven pêk bînin ji ber kû ev daxwaz ne tenê ya wê ye, ya bi milyonan mirova ye.

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button