“Dewleta tirk sûcdarê xeterya li ser jiyana Leyla Guven e”

Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger ya Hevseroka Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev bû 141′ roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Derbarê mijarê de jina bi navê Behîca Nûrî ji Radyoya me re nêrîna xwe anî ziman û got: Em bi jinên weke Leyla Guven ser bilindin, ji ber Leyla vîn û bawariya jin kurd ya bê hempa îsbat kir.

Behîca wiha berdewam kir: tu caran berxwedanek wiha nehatiye dayîn, îro jî dîrok dibe şahidê berxwedana Leyla Guven. jiyana Leyla Guven û çalakgerên di girava birçîbûnê de di xeteriyêdane, Dewleta tirk sûcdarê xeteriya li ser jiyana wan e.

Behîca di dawiyê de berxwedana çalakgerên girava birçîbûnê û bi taybet girtiyên zîndanan silav kir û got: heya dilopa xwîna dawî emê li pey şopa Leyla Guven bin haya ku em tecrîdê bişkînin.

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button