Ji bo 4’Nîsanê semîner

Îro li hola Roj ya navçeya Tirbespiyê bi boneya roja 4′ Nîsanê semînerek hat li darxistin.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, paşê jî rêvebira Kongra Star ya Rojava yê Kurdistan Evîn Siwêd axivî, Evîn di serî de serkeftina HDP pîroz kir û berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê silav kir.

Evîn rojbûna Rêber Abdulah Ocelan li yevahî gelê Rojhlata navîn pîroz kir û got: Rêber APO ne serokê partiyekê bû û ne mafê mirovekê dixwest lê ji tevahî pêkhate û gelê Rojhilata navîn kar dikir.

Evîn di berdeweya axavtina xwe de got: qomploya navnetwî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiya ferzkirin armanca wê şerê fikir û felsefya Rêber Abdullah Ocalan ya ku li tevahî cîhanê belav bûye.

Piştî axavtinê sinvizyonek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.

Paşê jî li ser navê Partiya yekîtiya demokratîk PYD daxuyaniyek ji bo serkeftina HDP hat dayîn.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Show More
Back to top button