Kongreya Star: 4`ê Nîsanê roja vejîna gelê Kurd e

Koordînasyona Kongreya Star bi boneya nêzîkbûna rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku rojbûna Ocalan mîlada fikr û felsefeya pêvajoya dîrokeke nû ye.

Daxuyanî wiha ye:

“4`ê Nîsanê ne tenê rojbûna rêber Ocalan e, mîlada me hemûyan e. Li ser vî esasî em rojbûna rêberê xwe li wî û hemû gelê Kurd, jin, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê bi tevahî, pîroz dikin. Em vê rojê wek roja vejîna ji bo gelê Kurd û pêkanîna xewnên tepeserkirî û azadîxwazan dibînin. Berxwedana rêber Ocalan  û talîmatên wî hişt ku em bigihîjin vê pêvajoya dîrokî.

Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke mezin ji bo mirovahî û gelan meşand, kar û têkoşîna wî ne tenê ji bo gelê Kurd bû, berovajî wê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê bû. Rêber Ocalan bi rêya felsefeya xwe ya neteweya demokratîk banga jiyana hevbeş û biratiya gelan kir. Ji ber mezinbûna fikrên rêber Ocalan, hikumeta Tirk tecrîd li wî ferz kir ku di pêvajoya jiyana xwe de ji bo rizgarkirina gelê xwe, avakirina jiyaneke demokratîk û ji bo azadiya jinan ji zilm û koletiyê xebitî.

Em bi navê Koordînasyona Kongreya Star bi boneya 4`ê Nîsanê rojbûna rêber Apo li gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Bi vê boneyê em tecrîda ku ji aliyê hikumeta Tirk ve li ser wî hatiye ferzkirin, şermezar dikin. Di heman demê de, berxwedana hemû hevalên di greva birçîbûnê de yên li zindanên Tirkiyê silav dikin. Rojbûna rêber Ocalan, mîlada fikr û felsefeya pêvajoyeke dîrokî ya nû ye.

Azadiya rêber Ocalan, azadiya me ye. Di her rewşê de, em ê têkoşîna xwe heta pêkanîna serkeftinê bilind bikin. Li ser vî esasî, em careke din vê rojê li rêberê xwe û hemû gelê Kurd û taybet jinan pîroz dikin.”

Show More
Back to top button