Ji bo kêfxweşiya zarokan pêşengeh hate li darxistin

Bi pêşengtiya Rêvebirya dibistanan îro li navçeya Tirbespiyê bi armanca kêfxweşiya zarokan pêşengehek hat vekirin.

Bi dehan mamoste û şagirt tevlî vekirina pêşengehê ya li dibistana Arcan bûn. Li ser navê Rêveberiya bidistanê mamoste Semîha Isman û mamoste Elî Hisên Axivîn.

Şagirtên dibistanê çend stran gotin her wiha pênc şano bi zimanê kurdî û erebî hatin pêşkêşkirin.

Pêşengeh bi destê mamosteyan hat vekirin,  tiştên ku bi heriyê hatibûn çêkirin, cil û berg û gelek wêne û tiştên ku bi destan hatine çêkirin hebûn.

Show More
Back to top button