“Tecrîd qanûna navdewletî û mirovî binpê dike”

ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve heta roja me ya îro tecrîdeke girankirî li ser Rêber Abdulah Ocelan tê meşandin û dewleta Tirk ya dagirker derfetê nade parêzeran ku hevdîtinê bi miwekilê xwe re bikin.

GirêdayÎ vê mijarê Rêveberiya Kongra Star ya kantona Qamişlo Şaha Xelîl ji radiyo ya me re axivî û got: Tecrîda li ser Rêber Abdulah Ocela sûce li dijî mirovahiyê û divê ev tecrîd di demeke nêz de bi dawî bibe.

Her wiha Şaha di berdewamiya axavtina xwe de got: tecrîda ku Tirkiye li ser Rêber Abdulah  Ocalan ferz dike, qanûna navdewletî û mirovî binpê dike. Rêber APO ew kesayetekî navneteweyî û xwedî kesayeta Rêberê şoreşekî ye.

Şaha bal kişand li ser çalakgerên di girava birçîbûnê de û got: Divê Tirkiye erkên xwe li gorî qanûna navdewletî pêk bîne.

Şaha di dawiyê de salvegera wefata dayika Rêber Abdulah Ocelan, Uweyş Ocelan bi bîr anî.

 

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button